''Em şer naxwazin, lê gava şer li me biqewime em amade ne''

''Em şer naxwazin, lê gava şer li me biqewime em amade ne''

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Anthony Blînken, “NATO îtifaqeke li ser parastinê ye. Em şer naxwazin, lê gava şer li me biqewime em amade ne."

Wezîrên Karên Derva yên dewletên NATOyê ji bona gotûbêjkirina şerê Rûsya û Ukraynayê li Brukselê li baregeha NATOyê derasayî civiyan.

Di civînê da Tirkiyeyê Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu temsîl kir.

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Blînken beriya civînê bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ra daxuyanî da.

Blînken diyar kir ji bona zeximkirina ewlehiya NATOyê planan amade dikin û wiha got, “NATO îtifaqeke li ser parastinê ye. Em şer naxwazin, lê gava şer li me biqewime em amade ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE