Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ji bo qedexekirina platforma medyaya civakî TikTok ku navenda wê Çîn e, ew ê biyarnameyê derxe.
Trump piştî ziyareta xwe ya eyaleta Floridayê, di vegera paytext Washington DCyê da di balafirê da bersiva pirsên rojnageran da.
Trump diyar kir ku ew demek e ew li ser tedbîrên dijî TikTok difikirîn û wiha got, "Em ê TikTokê li Amerîkayê qedexe bikin."
Trump her wiha got ku niha rayeyên aboriyê yên rewşa bilez ên wî hene, ji bo qedexekirina TikTokê ew ê van rayeyên xwe biemilîne, an jî ew ê biryarnameyeke serokatiyê derxe.
Trump bal kişand ku îhtimal e ew di nava roja şemiyê da jî rengekî fermî bide vê biryara xwe.
AA