"Em wekî Serok Erdogan difikirin"

Nûnera Daimî ya NYyê ya Îngilistanê Pîerce gotara ku Serok Erdogan di Wall Street Journalê de der barê Îdlibê de nivîsand bi bîr xist û got ku "Em teqez wekî Serok Erdogan difikirin"

"Em wekî Serok Erdogan difikirin"

Nûnera Daimî ya NYyê ya Îngilistanê Karen Pîerce gotara ku Serok Erdogan di Wall Street Journalê de der barê Îdlibê de nivîsand bi bîr xist û got ku "Em teqez wekî Serok Erdogan difikirin."

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) li ser daxwaza Rûsyayê ji bo ku li ser encamên lûtkeya ku Serok Recep Tayyîp Erdogan, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî li Tehranê kirin û geşedanên dawîn ên li Îdlibê hevdîtin bike civiya.

Pîerce di konseyê de axivî û got ku "Divê em di navbera êrîşa rejima Esed û Rûsyayê ya ser Îdlibê yan jî Turkiye terorîstan veqetîne û bi wan re têkoşînê bike de tercîhek bikin. Planeke Turkiyeyê ya der barê Îdlibê de heye, mixalif dema ku dijî terorîstan têkoşîn dikin dê rejim êrîşê wan neke. Divê konsey li ser vê biaxive."

Karen Pîerceyê gotara ku Serok Erdogan li rojnameya Wall Street Journalê der barê Îdlibê de nivîsand bi bîr xist û got ku "Em teqez wekî Serok Erdogan difikirin."

Nûnera Daimî ya Amerîkayê Nîkkî Haleyê jî diyar kir ki Rûsya û rejima Esed di êrîşên li Îdlbê de bombeyên warêlê û roketan bi kar tînin û nexweşxaneyan hedef digirin.

Haleyê destnîşan kir ku heye ku felaketa li Îdlibê birawestîne û got ku "Li Îdlibê êrîşek dê rageşiyê zêde bike. Heke Esed, Rûsya û Îran di vê rêyê de dewam bikin dê encamên wê wehîm bin û dinya dê wan berpirsyar bigire."

Haleyê got ku di bin van şert û mercan de tu welat dê bersiva daxwaza Rûsyayê ya ji bo ji nû ve avakirina Sûriyeyê nede û wiha axivî: "Pêvajoya Astanayê bi ser neket, şîdetê nerawestand û nekarî ku piştgiriyê bide pêvajoya siyasî."

Nûnerê Daimî yê NYyê yê Fransayê Françoîs Delattre jî got ku heta ku ji bo qeyrana li Sûriyeyê çareseriya siyasî neyê dîtin dê piştgirî nedin ji nû ve avakirinê.

Dîroka nûkirinê: 12 îlon 2018, 12:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE