“Emerîka û hin dewletên din hewl didin pêvajoya Astanayê xira bikin”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê Sergei Lavrov, dewletên yekbûyî yên emerîkayê û hin welat sûcdar kirin û got: “ew dixwazin hewlên me yên qedandina şerê navxweyî û pêvajoya astanayê xira bikin.”

“Emerîka û hin dewletên din hewl didin pêvajoya Astanayê xira bikin”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê Sergei Lavrov, dewletên yekbûyî yên emerîkayê û hin welat sûcdar kirin û got: “ew dixwazin hewlên me yên qedandina şerê navxweyî û pêvajoya astanayê xira bikin.”

Wezîrên Karên derve yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Îngilistan, Fransa, Urdin, Misr û Erebistana Siûdî bangî nûnerê taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî Steffan de Mistura kiribûn ku bila li Sûriyê, komîteya makezagona nû ava bibe û heta dawiya cotmehê raporê bide.

Wezîrê Karên derve yê Rûsyê di daxuyaniya xwe ya çapameniyê de rexne li 7 welatan girtin.

Lavrov got, ev 7 welat dixwazin hewlên aştiyane yên Neteweyên Yekbûyî û pêvajoya Astanayê xira bikin û fikrên xwe bi De Mistura bidin kirin.

Lavrov destnîşan kir milîtan û çekên giran ji Îdlibê, ji herêma paqijkirî transferî deverên din dibin.

Wezîrê Rûs got “Tirkiyê di pêvajoya siyasî de ev bar da ser milên xwe ku muxalifan ji El Nûsrayê cuda bike. Ev karekî ne hêsan e. Rêveberiya Obama gelek soz dan me, lê nekaribû bîne cih. Rêveberiya heyî jî nekaribû bike. Em hêvî dikin Tirkiye, El-Nûsrayê ji muxalifên neradîkal veqetîne.”

Herwiha Lavrov got piştî xistina balafira Rûsyê pergala parastina asîmanî ya S300an ber bi Sûriyê ve tê şandin û wiha pê de çû: Em ê leşkerên xwe teqez biparêzin.

Herwiha Lavrov destnîşan kir ji bo ku peymana nukleerî ya 20015an a bi Îranê re were parastin, çi ji destê wan were dê bikin. Herwiha ji bo ku Îran piştî kirdariyên Emerîkayê bikaribe nefta xwe bifiroşe, dibe ku pergala nû ya pevguhestina BARTIR dest pê bike.

Li ser têkiliyên xwe yên Emerîkayê jî wezîrê Rûs got, qet ewqas xirab nebûbûn.

Herwiha Lavrov diyar kir ku gotûbêj girîng in û ji bo hevdîtina Putin û Trump, vexwandineke dualî ya fermî kirine.

Dîroka nûkirinê: 29 îlon 2018, 11:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE