Emerîka li ser soza xwe nesekinî

Emerîkayê, 3 meh berê soz da Trikiyeyê û got YPG’yî yên li Minbicê di nav 2 mehan de dê vekişin rojhilatê Firatê. Lê Emerîka li ser soza xwe nesekinî.

Emerîka li ser soza xwe nesekinî

Emerîkaya ku soz dabû û gotibû wê pkk/ypg ji Minbicê derkeve li xwe mikur hat ku li ser soza xwe nesekiniye. Berdevkê koalîsyona navneteweyî ya li dijî deaş’ê mîralay şon rayn got li minbicê hindik ypg’yî mane û ypg wê nebe perçeyekî minbicê.

Emerîkayê, 3 meh berê soz da Trikiyeyê û got YPG’yî yên li Minbicê di nav 2 mehan de dê vekişin rojhilatê Firatê. Lê Emerîka li ser soza xwe nesekinî.

Wezareta Parastina Emerîkayê Pentagonê ev yek îtîraf kir.

Nexşerêya Minbicê ya ku di 4ê Tîrmehê de hatibû diyarkirin di meriyetê de ye.

Dewriyeyên hevpar ên arteşên Emerîka û Tirikiyê hêj dest pê nekirin.

Perwerdehî didomin.

Berdevkê Koalîsyona li dijî DEAŞ’ê Mîralay Şon Rayn derheqê nexşerêya Minbicê de axivî.

Berdevkê koalîsyona li dijî deaş’ê mîralay sean ryan: li gorî agahiyên di destê min de li minbicê hindik ypg’yî hene. em li gorî peymanê hereket dikin. ypg wê nebe perçeyekî minbicê.

Rayn, bi riya telekonferansê beşdarî civîneke li Pentagonê bû.

Dihat îdiakirin ku Emerîkayê li bakurê Sûriyê radar û sîstema parastina moşekan daniye. Rayn got ev îdia rast in. Lê sîstem berê hatiye danîn.

Dîroka nûkirinê: 19 îlon 2018, 17:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE