Emerîka Îsraîlê diparêze

Trump, ji bo ku rexne li İsraîlê girt îstifaya Omar xwest...

Emerîka Îsraîlê diparêze

Serokê Emerîkayê Donald Trump, vê carê jî êrîşê endama kongreyê ya misilman îlhan omar kir. Omarê, ji ber ku zilmê li filistîniyan dike israîl rexne kiribû. Lêbelê trump ji bo vê rexneya wê îstifaya omarê xwest.

Îlhan Omer Endama Misilman a Kongreya Emerîkayêye... Bal kişandibû ser lobiyên İsraîlê yên li Emerîkayê û gotibû gelek siyasetmedarên Emerîkayî ji lobiyên İsraîlê rişwetê digirin.

Trumpê ku her car xwedî li İsraîlê derdikeve jî bertek nîşanî daxuyaniya Omar da û îstifaya wê xwest.

Omara ku ji ber rexneyên xwe bi antîsemitîzmê tê sûcdarkirin daxuyaniyeke din jî da û ji Cihûyên Emerîkayê lêborîn xwest. Her wiha Omarê ragihand ku wê rexneyên xwe yên li lobiyên İsraîlê bidomîne.

Dîroka nûkirinê: 13 Çile 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE