Emerîkayê 2 endamên DEAŞ’ê desteser kirin

2 endamên DEAŞ’ê ku di kampa YPG/PKK’ê de bûn hatin binçavkirin

Emerîkayê 2 endamên DEAŞ’ê desteser kirin

2 endamên DEAŞ’ê li Sûriyê, di kampa YPG/PKK’ê de bûn. Emerîkayê ew mîlîtan binçav kirin.

2 mîlîtanên DEAŞ’ê di sala 2014an de rojnemagerê Emerîkayî Ceyms Foley înfaz kir û esîrên din ên Emerîkayî jî kuştin. Ew endamên DEAŞ’ê ku hemwelatiyên Îngilistanê ne, ji herêmê hatin derxistin.

Mîlîtan di kampa YPG/PKK’ê ya El Holê de bûn. Emerîkayê mîlîtan binçav kirin.

Hat raginadin ku mîlîtanê DEAŞ’ê ku qodnavê wî BÎDLİS e, birine baregeha Emerîkayê ya li İraqê.

Serokê Emerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de got: Îhtimal heye ku li herêmê alozî derkeve. Ji ber vê yekê 2 endamên DEAŞ’ê birin cihekî ewle. Ew her du jî xirabên xiraban in.

Dîroka nûkirinê: 10 Cotmeh 2019, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE