Piştî ku îranê teyareya bêmirov a emerîkayê xist, hat îdiakirin ku emerîkayê jî wek bersiv êrîşa sîberê bir ser îranê. hat eşkerekirin ku êrîşê li kompîtirên teqandina moşekan kirine.
Li gorî îdiaya rojnameya Washington Postê, Fermandariya Sîberê ya Artêşa Emerîkayê li dijî kompîtirên pergala teqandina roket û moşekên Îranê êrîşa sîberê kir.
Li gorî îdiayê operasyon êvara pêncşemê, piştî ku Serok Trump nehişt êrîşa biçek were kirin, hat lidarxistin.
Hat eşkerekirin ku êrîşa sîberê li dijî kompîtirên kontrolê yên bataryayên moşek û roketan hat kirin û ji ber êrîşê ew pergal demekê nexebitîn.
Her wiha hat destnîşankirin ku operasyon, bi kordînasyona Fermandariya Hêzên Navendî ya Emerîkaya bi rê ve çû.
Qesra Spî îdiya êrîşa sîberê derew dernexist. Wezareta Parastinê ya Emerîkayê jî eşkere kir ku ew derbarê operasyonên sîberê de nikarin agahîyan bidin.