Encama kontrolkirina 36 raporên li ser FARCê

Derket holê ku FARCê li Kolombiyayê çek daye destê herî kêm 18 hezar zarokan

Encama kontrolkirina 36 raporên li ser FARCê

 Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) ku xwedî fikr û ramana çepgiriyê ye di Mijdara sala 2016an da li Kolombiyayê çekan danî û derket holê ku wan di navbera sala 1996an û sala 2016an da çek dane destê 18 hezar û 677 zarokên ji 15 salî biçûktir.

Di daxuyaniya ku Hiqûqa Aştiya Taybet (JEP) weşand da hat gotin ku di encama kontrolkirina 36 raporên cihê yên ji alî saziyên zanîngehan va hatibûn amadekirin da derket holê ku FARCê bi hezaran zarok tevlî nav refên xwe kiriye.

Daxuyaniyê da hat gotin ku pêvajoya lêkolînê der barê tundiya ji ber cinsiyetê, bi darê zorê tevlî rêxistinê kirin, meriv kuştin, îşkence, muameleya biçûkxistinê û çalakiyên dijî mirovahiyê da ku ji hêla navneteweyî va sûce yan na hêj didome.

Hat gotin hûrguliyên raporê li herêmên şer û pevçûn lê zêde bûn hat lêkolînkirin û daxuyanî wiha dewam kir: "Li beşên rêveberiyên Arauca, Boyaca, Cundinamarca, Casanare, Meta, Guaviare, Vichada, Guainia û Vaupesê çawa çek dane destê zarokan û tesîra wan a li ser gelê herêmê çi bû wê bi hûrgilî bên lêkolînkirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE