Encama îtirazên Hilbijartinê:Li Bexdayê rageşî derket

Li Bexdayê di navbera hêzên ewlekariyê û kesên ji bo encama hilbijartinê îtiraz kirin da rageşî derket

Encama îtirazên Hilbijartinê:Li Bexdayê rageşî derket

Li Bexdaya paytextê Iraqê di navbera hêzên ewlekariyê û kesên ji bo encama hilbijartinê îtiraz kirin û li Herêma Kesk kom bûn da rageşî derket.

Çalakvan li pêşiya deriyê Herêma Kesk kom bûn û hewl dan têkevin herêmê.

Hêzên ewlekariyê jî ji bo çalakvan belav bibin xaza rondikrêj bikar anîn û gule berî hewayê dan. Komeke ji çalakvanan jî bi kevir û kuçikan êrîşî wesayîtên eskerî kirin.

Tê gotin ku di nav çalakvanan da hin kes birîndar bûn.

Li Iraqê di hilbijartina 10ê cotmehê da Koalisyona Fethê ya nêzî Îranê bi tenê 14 parlementerî qezenc kiribû û li ser vê jî ji bo encamê îtiraz kiribû. Koalisyon xw piştgirên milîsên Şiî bi rojan e li pêşiya Herêma Kesk çalakiya rûniştinê dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE