Ev nêzî 9 sal in ku şerê navxweyî yê sûriyeyê dewam dike. Ji ber şer bi hazaran kes an ji welatê xwe reviyane, yan jî di kampan de dijîn.
Zilm û zordariya li Sûriyeyê di sala 2011an de dest pê kir û hêj jî dewam dike.
Ji ber zilm û zordestiya rejîma Esed bi milyonan kes yan ji cih û warên xwe bûn, yan jî ji welatê xwe.
Li herêma Îdlibê jî rewşa penaberan heman e. Bi hezaran penaber li ser çol û çiyayan di kampan de bi zor û zehmetî dijîn.
Ev dîmen jî ji Kampa Sarûdê ya li ser çiyayê Sarmadayê yê li Îdlibê ne.
Kesên ku ji navenda Îdlibê, navçe û gundan reviyane hatine vê kampê û ji xwe re kon danîne.
Di kampa Sarûdê de zêdetirî 5 hezar kes hene û her ku diçe rewşa wan xerabtir dibe.
Pebanerên Sûriyeyê tenê dixwazin ku şer xelas bibe û ew jî dîsa vegerin ser mal û milkê xwe.