Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Tunşiya bajarê li ser Anhuiya eyaleta Çînê daxuyanî da rojnamevanan û li ser mizakereyên di navbera Rûsya û Ukranayê da li Stenbolê çêbûn, axivî.
Lavrov daxuyand mizakere baş derbas bûn û wiha got: "Mizakereyên duh li Stenbolê çêbûn ji bo dahatûyê geşedaneke erênî ye."
Lavrov anî ziman heyeta Ukraynayê destnîşan kiriye Ukrayna ne welatekî nukleer e, statuya wê dijî bloqê ye û dijî çarçoveya NATOyê ewlehiya wê divê bê parastin.
Lavrov got heyetê ji bo çareseriya mijara Kirim û Donbasê fikrên xwe gotine ku ev jî geşedaneke girîng e.
Duh bi navbeynkariya Tirkiyeyê li Stebolê di navbera Rûsya û Ukraynayê da civîna 4emîn a ji bo mizakereyên rûbirû hatibûn kirin.
Beriya vê 3 civîn li Belarusê çêbûbûn.
AA