Endamên DEAŞê yên biyanî yên li Iraqê dibê werin îdam kirin

Artêşa Iraqê di kanûnê sala 2017an daxuyaniyek dabû û gotibûn wan piraniya DEAŞa rêxistina terorê ji Iraqê paqij kirine.

Endamên DEAŞê yên biyanî yên li Iraqê dibê werin îdam kirin

Serokomarê Iraqê Berhem Salih got ku ew ê hemû şikbarên DEAŞê li gorî qanûnên Iraqê bidarazînin û yên sûcdar dibe ku bi îdamê jî werin ceza kirin. 

Salih daxuyaniyek da The Natîonala rojnameya Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb û got ku ew ê endamên DEAŞa rêxistina terorê yên ku di destê wan de ne wê li gorî qanûnên Iraqê bidarazînin û wiha axivî:

"Di nav qanûnên Iraqê da cezayê îdamê heye. Hin şikbarên DEAŞî ji hêla mehkemeyan va eger sûcdar werin dîtin dibe ku bên îdam kirin. Hin dosyeyên endamên DEAŞê (yên biyanî) hene ku dijî welatiyên Iraqî beşdarî çalakiyên terorê bûne. Ev kes sûcdar hatine dîtin. Em ê di van dosyeyan de li gorî qanûnên Iraqê hereket bikin."

Artêşa Iraqê di kanûnê sala 2017an daxuyaniyek dabû û gotibûn wan piraniya DEAŞa rêxistina terorê ji Iraqê paqij kirine. 

Lê ji hêla din Serokomarê Iraqê Salih daxuyanî da û gotibû rêxistina terorê hê li sînorê Iraq-Sûriyeyê hebûna xwe didomîne.

Di rapora Rêxistina Teqîbkirina Mafên Mirovan (HRW) da hatibû diyarkirin ku PKK/PYDya rêxistin terorê çend heftê beriya vê 13 ji wan welatiyên Fransayê bi tevahî 280 endamên DEAŞê teslimî rayedarên Iraqî kirine. 

Navenda Xebatê ya Radîkalîzma Navneteweyî ya ku navenda wê li Londrayê ye sala 2018an di meha hezîranê raporek weşandibû. Li gor raporê hatibû gotin ji 80 welatên cuda 41 hezar û 490 kes li Iraq û û Sûriyeyê beşdarî DEAŞê bûne. 

Dîroka nûkirinê: 08 Adar 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE