Endamên Komîsyona YE'yê hatin eşkerekirin

Ursula von der Leyena ji bona Serokatiya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê hat hilbijartin wezîfeya endamên komîsyonê ya ku wê di 1ê Mijdarê da dest bi xebetan bike eşkere kir

Endamên Komîsyona YE'yê hatin eşkerekirin

Ursula von der Leyena ji bona Serokatiya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) hat hilbijartin wezîfeya endamên komîsyonê ya ku wê di 1ê Mijdarê da dest bi xebetan bike eşkere kir.

Ursula von der Leyenê li avahiya Komîsyona YEyê di daxuyaniya çapemeniyê da ji bona heyama 2019-2024an wezîfeya endamên komîsyonê eşkere kir.

Li gor şemaya teşkîlatê ku Ursula von der Leyenê eşkere kir di komîsyonê da sê alîkarên serok yên biqidem û pênc alîkarên serok hene û alîkarên serokê biqidem di heman demê da wê endamên komîsyonê bin.

Ji bona komîsyonê Frans Timmermansê Hollandayî, Margrethe Vestagera Danîmarkayî û Valdis Dombrovskisê Letonyayî wek alîkarên serok yên biqidem hatin wezîfedarkirin.

Maros Sefcovicê Slovak, Vera Jourovaya Çek, Dubrovka Şuicaya Xirwat û Margaritîs Schînasê Yewnan wek alîkarên serok hatin wezîfedarkirin û Josep Borrellê ji bona Nûnertiya Payebilind ya Polîtîkayên Ewlehiyê û Têkiliyên Derva ya YEyê hat hilbijartin di heman demê da wê Alîkariya Seroka Komîsyona YEyê bike.

Laszlo Trocsanyiyê Macar bû Endamê Berpirsyarê Berbelavbûnê yê Komîsyona YEyê.

Ursula von der Leyenê lîsteya komîsyonê ku ji 13 endamên jin û 14 endamên mêr pêk tê pêşkêşî Parlamentoya Ewropayê bike.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 îlon 2019, 16:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE