Endamên Konseya Serokatiyê ya YNKyê hatin hilbijartin

Malbata Celal Talabaniyê avakarê partiyê cardin ketin Konseya Serokatiyê, lê hê ne diyar e ku ji bo partiyê wê kengê pêşengekî nû were hilbijartin

Endamên Konseya Serokatiyê ya YNKyê hatin hilbijartin

 Li Iraqê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) di kongreya xwe ya asayî ya 4emîn ku 5 salan dereng kir da seba Konseya Serokatiyê 121 endam hatin hilbijartin.

Li gor nûçeya PUK Mediaya malpera înternetê ya fermî ya YNKyê kongre di 21-24ê berfanbarê da li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin û ji nav nêzî hezar delegeyî 121 kes seba endamtiya Konseya Serokatiyê hatin kifşkirin.

Di lîsteya Konseya Serokatiyê da malbata Celal Talabaniyê avakarê partiyê ku di cotmeha 2017an da mir, jî neguherîn û di statuyên xwe yên berê da man.

Qubad û Pavel Talabaniyê kurên Celal Talabanî, Lahûr Şêx Cengî û Aras Şêx Cengiyê biraziyê Celal Talabanî û ji malbatê Şanaz Îbrahîm Ehmed, Celal Şêx Nacî Talabanî, Ala Talabanî, Pola Sîrwan Talabanî û Begerd Talabanî jî dîsa ketin konseyê.

Ji fermandarên eskerî yên partiyê Mistefa Çavreş, Mehmûd Sengawî, Westa Resûl, Aso Mamend, Westa Hesen Asayîş û Wezîrê Pêşmergeyan ê HKIyê yê niha Şoreş Îsmaîl jî ketin konseyê. 

Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokê Meclisa HKIyê Rewaz Faîq û Alîkarê Serokwezîrê HKIyê Qubad Talabanî ji ber wezîfeyên wan ên nav hikûmetê di roja ewil a kongreyê da rasterast ji bo Konseya Serokatiyê hatibûn hilbijartin.

Hê ne diyar e ku ji bo partiyê wê kengê pêşengekî nû were hilbijartin.

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Kanûn 2019, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE