Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Endamtiya Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bona Tirkiyeyê hê jî hedefeke stratejîk e. Heger YE naxwaze divê biryara xwe bide."
Çavuşoglu bi Miroslav Lajcakê Wezîrê Karên Derva yê Slovakyayê, Tomas Petricekê Wezîrê Karên Derva yê Çekyayê, Marcin Przydaczê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Polonyayê û Peter Szijjartoyê Wezîrê Karên Derva yê Macaristanê ra piştî Civîna 4emîn ya Wezîrên Karên Derva ya V4+Tirkiyeyê ku li Bratislavaya paytextê Slovakyayê bi beşdariya Tirkiye û dewletên Koma Vişegradê hat lidarxistin da axivî.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê endamtiya Tirkiyeyê ya bo Yekîtiya Ewropayê (YE) da wiha got: "Endamtiya Yekîtiya Ewropayê ji bona Tirkiyeyê hê jî hedefeke stratejîk e. Heger YE naxwaze divê biryara xwe bide."
AA