Erdheja bi lerza 6,4an a li Albaniayê

Di erdheja bi lerza 6,4an ku li Albanyayê çêbû da 7 kes mirin.

Erdheja bi lerza 6,4an a li Albaniayê

Di erdheja bi lerza 6,4an ku li Albanyayê çêbû da 7 kes mirin.

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Albanyayê da hat ragihandin ku di erdheja ku navenda lerzê 15 kîlometre dûrî bajarê Diraçê yê li rojavayê welêt e da 7 kes mirin.

Li gorî daxuyaniya Enstîtuya Zanistên Erdê, Vejen, Av û Jîngehê ya Albanyayê (IGJEUM), erdhej 38 kîlometre di kûrahiya erdê da çêbû û herwiha mezinahiya wê jî 6,4 pile ye.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê da jî hat ragihandin ku li paytext Tîranê li Nexweşxaneya Zanîngehê 180 kes tên dermankirin, li Diraçê jî 150 kesî ji bo tedawiyê serî li nexweşxaneyê da.

Wezîra Binesazî û Vejenê Belinda Balluku di daxuyaniya xwe da bangî şêniyên Diraçê kir ku wesayîtên xwe neemilînin da ku ambulans û îtfaîye bi asanî biçin û bên.

Herwiha hat ragihandin ku li Albanyayê bi giştî ekîbên îtfaiyeyê û hêzên çekdar xebatan dimeşînin.

Peytext Tîran di serî da erdheja ku li bajarên din ên Albanyayê û welatên cîran ên wekî Makedonyaya Bakur, Kosova û Qeredaxê jî hat hîskirin, li Albanyayê bû sedema çûyîna ceyranê û pirsgirêka ragihandinê.

Wezareta Perwerde, Werziş û Ciwaniyê jî ragihand ku li tevahiya welêt perwerde îro hat sekinandin, ji bo rojên din jî dê demek şûnda agahî were dayîn.

Li Albanyayê herwiha di erdheja ku 21ê îlonê bi lerza 5,8an çêbûbû da 132 kes birîndar bûbûn, ji 600î zêdetir avahiyî da xesar çêbûbû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE