Erdheja Fukuşîmayê: 160 kes birîndar bûn

Di erdheja Fukuşîmayê ya ku lerza wê 7,3ê bû da 160 kes birîndar bûn

Erdheja Fukuşîmayê: 160 kes birîndar bûn

Li gor nûçeya ajansa Kyodoyê li Fukuşîmayê piştî erdheja bi lerza wê 7,3ê bû û şeva 13ê Sibatê bi saeta herêmî di saet 23.07an da 60 kîlomêtro di binê erdê da çêbû 160 kes birîndar bûn, lê kes nemir.

Li Fukuşîmayê piştî erdhejê di 1400 avahiyan da, li Miyagiyê di 180 avahiyan da, li eyaletên herêma Tohokuyê jî di 1700 avahiyan da xisar hat tespîtkirin.

Duh şev li peravên Fukuşîmayê bi saeta herêmî di saet 21.29an da 50 kîlomêtro di binê erdê da bi lerza 5,3yan erdhej çêbû.

Li gor daneyên Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê piştî erdheja ku lerza wê 7,3 bû qasî 80 erdhejên din ên biçûk çêbûn.

Hat gotin lerza 4 erdhejan 5 û ji wê mezintir, ya 26 erdhejan jî 4 û ji wê mezintir bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE