Erdheja li Albanyayê: jimara miriyan derket 45an

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Albanyayê da hat ragihandin di erdheja ku navenda wê 15 kîlomêtro dûrî bajarê Diraçê ye da jimara miriyan derket 45an.

Erdheja li Albanyayê: jimara miriyan derket 45an

Di erdheja bi lerza 6,3an ku li Diraça bajarê Albanyayê çêbû da jimara miriyan derket 45an.

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Albanyayê da hat ragihandin di erdheja ku navenda wê 15 kîlomêtro dûrî bajarê Diraçê ye da jimara miriyan derket 45an.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Parastina Civakî jî di erdhejê da bi tevahî 790 kes jî birîndar bûn.

Li herêmê ekîbên lêgerîn û xelaskirinê yên Tirk di serî da ji gelek welatan ekîb hatin û ji bo ku kesên di bin enkazan da ne derxin, xebatan didomînin.

Li herêmê yek bi lerza 5,6an yek jî bi lerza 5,1an du erdhejên din jî çêbûn.

Bi biryara Lijneya Wezîran a Albanyayê ji ber erdhejê li paytext Tîran û Diraçê ji bo 30 rojî rewşa afata siruştî hat îlankirin.

Dîroka nûkirinê: 29 Mijdar 2019, 17:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE