Li parêzgeha Paktîkayê ya Efxanistanê di erdheja bi mezinahiya 5,9an a ku bi şev çêbû da herî kêm 255 kes mirin.
Peywirdaran ragihan, erdhejê herî zêde tesîr li navçeya Giyanê ya Paktîkayê û her wiha navçeya Spîreyê ya parêzgeha Hostê kir.
Hat diyarkirin ku di erdhejê da li gorî encamên destpêkê 255 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin, xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin û ji Kabulê jî ji bo deverê bi helîkopterê alîkarî hat şandin.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê mezinahiya erdhejê pêşiyê wekî 6,1 ragihandibû û dû ra wekî 5,9 rojane kiribû.AA