Erdheja li Efxanistanê: Hejmara miriyan derket 1000î

Hejmara kesên di erdheja Paktîkaya wîlayeta Efxanistanê ya bi lerza 5,9an şev çêbû da mirin gihîşt 1000î.

Erdheja li Efxanistanê: Hejmara miriyan derket 1000î

Hejmara kesên di erdheja Paktîkaya wîlayeta Efxanistanê ya bi lerza 5,9an şev çêbû da mirin gihîşt 1000î.

Ajansa Nûçeyan a Dewletê ya Efxanistanê daxuyand di erdheja mezin da herî kêm 1000 kes mirin û 1500 kes jî birîndar bûn.

Mewlewî Şerafedîn Mûslimê Alîkarê Wezîrê Dewletê yê Berpirsê Rêvebiriya Afatê daxuyand ku hikûmetê ji bo malbatên kesên wan di erdhejê da mirine 100 hezar Exfanî (1100 dolar), ji bo malbatên birîndaran jî 50 hezar Exfanî pere bide.

Rayedaran daxuyandibû ku erdhejê herî zêde zirar da navçeya Giyanê ya Paktîkayê û navçeya Spîreyê ya Hostê.

Hatibû destnîşankirin ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin û ji Kabulê jî ji bo deverê bi firokeyan alîkarî hatiye şandin.

Li Pakistanê kesek mir

Ji hêla din ve li gor nûçeya televizyona Geo Newsê ya Pakistanê daxuyand ku erdheja li Efxanistanê çend herêmên Pakistanê jî hat hîskirin.

Li Kakkî Marvata herêma Pakistanê ji ber ku banê malekê hilweşiya kesek mir.

Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) mezinahiya erdhejê pêşiyê wekî 6,1 ragihandibû û dû ra wekî 5,9 rojane kiribû.

Hatibû ragihandin navenda erdhejê li rojhilatê Efxanistanê 46 kîlomêtro başûrê rojavayê wîlayeta Hostê ya li ser sînorê Pakistanê ye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE