Li eyaleta Malukluyê ya Endonezyayê bi lerza 6,2yan va erdhej çêbû.
Saziya Meteorolojî Avûhewa û Jeofîzîkê (BMKG) ragihand, erdheja ku navenda wê 198 kîlometre li başûrê rojhilatê peravên herêma Malukuya Navîn e, 193 kîlometre di binê erdê da çêbû.
Hat ragihandin tesîra erdhejê li bajarên Sorong, Kairatu, Manokwarî û Ambonê jî hat hîskirin.
Der barê mirî, birîndar û zirara erdhejê da heta niha tu agahî nehat dayîn.
Li Ambona paytextê eyaleta Malukluyê di 26ê Îlona 2019an da jî bi lerza 6,8an erdhejek çêbûbû û 39 kes miribûn.AA