Erdheja li Îranê ya duh: 33 kes birîndar bû

Hat daxuyandin ku di erdheja ku duh li Şîraza bajarê Farsa eyaleta Îranê çêbû û lerza wê 5,4 bû da 33 kes birîndar bûn.

Erdheja li Îranê ya duh: 33 kes birîndar bû

 Hat daxuyandin, di erdheja ku duh li Şîraza bajarê Farseyaleta Îranê çêbû û lerza wê 5,4 bû da 33 kes birîndar bûn.

Serokê Navenda Rewşa Acîl a eyaleta Farsê Mihemed Cewad Mûradiyan ji Ajansa Nûçeyan a Farsê ra axivî û diyar kir, di erdheja ku duh li bajaroka Xane Zînyanê ya Şîrazê çêbû da 33 kes birîndar bûn.

Mûradiyan daxuyand ku ji birîndaran 2 kes li nexweşxaneyê, yê din li ser piya hatin tedawîkirin.

Midûrê Têkiliyên Gel a Saziya Rêvebiriya Krîzê ya Îranê Elî Bextiyarî jî diyar kir, 37 gundên ser Şîrazê di malan da xesar çêbû.

Bextiyarî got, "Ji ber erdhejê li 37 gundan xesar çêbû. Herî zêde li gundê  Kemerabad Armendiyê zirar çêbû."

Li gor daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, duh li gor saeta herêmî di 16.58an da li Xane Zînyana bajaroka Şîrazê bi lerza 5,4ê erd hejiyabû.

Dîroka nûkirinê: 28 Çile 2020, 17:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE