Li eyaleta Azarbaycana Rojava ya Îranê bi lerza 5,7an erdhej çêbû.
Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê ragihand ku erdhej li gor saeta herêmî di saet 09.22an da li navçeya Koturê 6 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.
Hê tu daxuyanî nehat dayîn ku di erdhejê da zirar gihîşt can û malê kesî yan na.
- Erdheja li Îranê li Vanê jî hat hîskirin
Li Îranê serê sibê erd hejiya û hat gotin ku erdhej li Van û bajarên derdorê jî hat hîskirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, li Xoya bajarê Îranê serê sibê erd hejiya û erdhej li Vanê jî hat hîskirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Li Xoya bajarê Îranê di saet 08.53yan da bi lerza 5,9ê erd hejiya. Erdhej li bajarê me jî hat hîskirin û li gor tesbîtên ewil li bajarê me tiştek bi kesî nehatiye û zirar negihîştiye mal û milk. Ji taxên me yên ser sînor agahî tê hildan."
AA