“Erdoğan ji bo lihevkirinê hewl da”

Washington Post: Erdoğan aliyê herî girîng ê lihevkirinê bû

“Erdoğan ji bo lihevkirinê hewl da”

Rojnameya washington postê derbarê Rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi de got, Erdoğan di vê mijarê de ji bo lihevkirin û lêgerînê gavên girîng avêtin û hewleke mezin da.

Rojnamegerên Washington Postê yên wek Kareem Fahim û John ku Kaşikçi jî nîvîskarekî wê bû, bi navê; Serokê Tirkiyê, Piştî ku rojnamegerê Siûdî winda bû ji bo ku bê dîtin û lihevkirin çêbe hewl û xîreteke mezin da, gotarek nivîsandin.

Di nivîsê de hat gotin, Piştî ku rojnamegerê Siûdî winda bû, Tirkiye bêdeng nema, lêkolîneke berfireh kir. Çi ji dest hat kir. Bala dinyayê kişand ser qetilkirinê ku li ser axa wê bi awayekî hovane hat kirin. Bi vî awayî ew krîz bilêv kir.

Hat bibîrxistin ku hurgiliyên bûyerê di medyeya tirkiyê û ya cîhanê de bi berfirehî cih girtiye.

Di nivîsê de hat gotin, Serok Erdoğan rêvebirên Siûdî li ber gel rexne kirine ku wan nedihiştin lêpirsîna bûyerê bê kirin. Tirkiyê agahiyên ku dihatin ber destê wê parve dikir û bi vî awayî li ber çavê dinyayê bûyer zindî digirt. Loma dibe ku Erebistana Siûdî înkar neke û li ser vê têkiliya herdu mitefîkan a Emerîka û Erebistanê qut bibe û ji hev durbikevin.

Dîroka nûkirinê: 20 Cotmeh 2018, 12:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE