Erdogan û Putîn wê li ser krîza Libyayê biaxivin

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov got ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Putîn wê li ser krîza Libyayê biaxivin.

Peskov li Moskovayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hevdîtinên Rûsya û Tirkiyeyê yên ji bo çareserkirina meseleya Sûriyeyê dewam dikin.

Peskov got ku Erdogan û Putîn wê li ser krîza Libyayê jî biaxivin û wiha dewam kir:

"Helbet Serokomar Erdogan û Putîn wê hem li ser telefonê û hem jî dema ku hatin bal hev wê meseleya Libyayê jî biaxivin. Divê ev mijar jî were nirxandin."

Peskov destnîşan kir ku Putîn wê meha rêbandanê beşdarî merasîma vekirina xeta xaza sirûştî ya TurkAkimê bibe û wiha axivî: "Ev merasîm wê ji bo axaftina van mijaran bibe firsend. Bernameyeke ku hatiye pîlankirin tune ye, lêbelê dibe ku pîlanên me biguherin jî."

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE