Erebistana Siûdî amadehiyan dike ku ziyaretên umreyê peyderpey bide destpêkirin

Erebistana Siûdî amadehiyan dike ku ziyaretên umreyê peyderpey bide destpêkirin

Hat ragihandin ku Erebistana Siûdî di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da amadehiyan dike ku ziyaretên umreyê bide destpêkirin. Welêt 6 meh in ziyaretên umreyê dane sekinandin.

Li gor nûçeya rojnameya Ukazê ku navenda wê li Erebistana Siûdî ye, li gor plana vegera ziyaretên umreyê ya Wezareta Karên Navxweyî wê pêşiyê destûrê bidin ziyaretên nav welêt.

Kesên ku dixwazin umreyê bikin, divê şert û usûlan bi cih bînin, ji miqamên têkildar destûrê bixwazin, her wiha rapora ku Kovîd-19 bi wan ra tuneye peyda bikin.

Tê payîn ku Wezareta Hec û Umreyê ya Erebistana Siûdî hûrgiliyên plana navborî çend roj şûnda bi raya giştî ra parve bike.

Ji ber şewba Kovîd-19ê îsal tenê kesên ku li Erebistana Siûdî dijîn îbadeta hecê kir, ji derveyî welêt kes nehatibû qebûlkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE