Hat ragihandin ku Balyozxaneya Erebistana Siûdî li Bexdayê dê bi fermî vebe.
Wezîrê Bazirganî û Veberhênanê yê Erebistana Siûdî Macid el-Kesbî ku li Bexdayê ye, di civîna hevbeş a ligel Wezîrê Neftê yê Iraqê Samir el-Xedban da diyar kir ku Balyozxaneya li Bexdayê ya welatî wî dê îro bi fermî were vekirin.
Wezîrê Erebistana Siûdî herwiha got ku ew ê ji xeynî vê, li Iraqê 3 jî konsolosxaneyan vekin, lêbelê ew agahî neda ka ev konsolosxane dê li kîjan bajaran û kêngî bên vekirin.
Kesbî diyar kir ku ew bi heyeteke 115 kesî hatin Bexdayê û wiha axivî, "Ev hejmar, nimûneya hewildanên bihêzkirina peywendiyên veberhênana digel Iraqê ye."
Kesbî got ku înşeata Deriyê Sînor Ererê ya di navbera herdu welatan da dê di 6 mehan da temam bibe û herwisa wan ji bo projeyên veberhênanê li Iraqê milyarek dolar pere terxan kiriye.
Şandeya veberhênan û vejenê ya di bin serokatiya Wezîrê Bazirganî û Veberhênanê yê Erebistana Siûdî Kesbî da duh hatibû Bexdayê û îro jî dê ligel Serokomarê Iraqê Berhem Salih kom bibe.
Peywendiyên Iraq û Erebistana Siûdî piştî ku rejima Sedam Huseyîn di 1990î da Kuweyt îşxal kir, qut bûbûn.
AA