Erebistana Siûdî: "Bûyera Kaşikçi li axa me çêbû"

Wezîrê Edaletê yê Erebistana Siûdî Welîd es-Samanî: "Bûyera Kaşikçi li axeke ku lê Qraliyeta Siûdî desthilatdar e qewimî"

Erebistana Siûdî: "Bûyera Kaşikçi li axa me çêbû"

Wezîrê Edaletê yê Erebistana Siûdî Welîd es-Samanî got ku doza Kaşikçi dê bigihêje daraza Siûdî û daraza li welatê wî tam serbixwe ye.

Wezîrê Edaletê Samanî di daxuyaniya xw eya li SPAya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî de got ku "Bûyera Kaşikçi li axeke ku lê Qraliyeta Siûdî desthilatdar e qewimî."

Samanî destnîşan kir ku rêya qraliyetê tesîskirina edaletê ye û dê tu carî ji vê veneqete û îdia kir ku piştî ku hin kêmasî hatin temamkirin dê doz bigihêje daraza Siûdî û daraza li welatê wî tam serbixwe ye.

Samanî da zanîn ku doz dê tabiyê pêvajoya ku li Erebistana Siûdî tê şopandin bibe û qal kir ku kî dibe bila bibe her kesê ku di vê mijarê de îxmalkar tevdigere dê hesabê bide ev yek ne bi "gotinê" ye rastiyeke wisa ye ku xebatbarî wê heye.

Birêvebiriya Erebistana Siûdî eşkere kiribû Kaşikçiyê ku di 2yê cotmehê de piştî ku ket Serkonsolosxaneya Stenbolê jê xeber nehat sitandin "di encama raqeşiya ku li konsolosxaneyê qewimî de mir."

Di nûçeya ku di ajansa fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê de cî girt de hatibû diyarkirin ku di encama lêpirsîna ku Serdozgeriya Erebistana Siûdî kir de hatibû diyarkirin dema ku Cemal Kaşikçi hat Serkonsolosxaneya Stenbolê "bi welatiyên Erebistana Siûdî yên din ên wir re ketiye navnîqaşê, nîqaş guheriye rageşiyê û di encama vê de Kaşikçi miriye." 

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Cotmeh 2018, 18:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE