Wezîrê Vejenê yê Erebistana Siûdî Prens Ebdulezîz bîn Selman diyar kir, ji ber ku firokeyên bêpîlot ên çekdar (SÎHA) duh êrîşî 2 tesîsên Saudi Aramcoya şirketa neftê ya neteweyî kirin, hilberîna neftê ji bo demekê hat sekinandin.
Li gor daxuyaniya Wezîrê Vejenê yê Erebistana Siûdî Prens a ku di ajansa nûçeyan a Erebistana Siûdî da cih girt, li tesîsên Bikayk û Hiraysê yên Saudi Aramcoyê hilberîn ji bo demekê sekinî, pêdivî wê ji stoqan were temînkirin.
Bîn Selman diyar kir ku li gor tesbîtên ewil di êrîşê da teqîn çêbûn û ji ber teqînan derxistina 5,7 milyon warîl nefta xam sekinî.
Duh li gor saeta herêmî serê sibê di 04.00î da bi SÎHAyan va êrîşî 2 tesîsên Saudi Aramcoya şirketa neftê ya neteweyî kiribûn û piştî êrîşê agir bi tesîsan ketibû.
Hûsiyan daxuyaniya nivîskî dabûn û îma kiribûn ku wan êrîş kiriye.
AA