Li gor ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî (SPA) ji Wezareta Karên Navxweyî rayedarekî ragihand ku bi mebesta welatiyan ji talûkeya şewba vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) biparêzin ji 15ê Adarê roja yekşemê saet ji 11.00an pê va firînên îstîsna ne tê da hemû seferên navneteweyî hatin sekinandin.
Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku Rêxistina Tendûristiyê ya Navneteweyî (WHO) Kovîd-19ê ya heta niha li 117 welatan hat dîtin wek şewb îlan kir û qala talukeyê hat kirin.