Erebistana Siûdî ji bo girtiyên ji Misirê biryara efûyê da

Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Ebdulezîz der barê girtiyên Misirî yên di girtîgehên Siûdê da ne biryara efûyê da

Erebistana Siûdî ji bo girtiyên ji Misirê biryara efûyê da

Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Ebdulezîz ji bo girtiyên Misirî yên di girtîgehên Siûdê da ne bên berdan biryara efûyê da.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê îro li bajarê Şarm eş-Şeyhê ya Misirê Civîna Yekîtiya Ewropayê (YE) û Ereban wê çêbibe. Qral Selmanê ji bo ku beşdarî vê civînê bibe li Misirê ye bi Serokomarê Misirê Abdulfettah es-Sîsî ra hat bal hevdu.

Qral Selman piştî hevdîtinê ji bo hin girtiyên Misirî yên di girtîgehên Siûdê da ne bên berdan biryara efûyê da.

Di nûçeyê da der barê hejmara girtiyên wê bê berdan da tu agahî nehat dayîn, lê hat gotin jê gelek ji ber binpêkirina qaîdeyên îqametê û mijarên din girtîne.

Di girtîgehên Erebistana Siûdî da çend girtiyên ji Misirê hene ev nayê zanîn.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE