Erebistana Siûdî: Sedema şewata depoya neftê ya li Cîdeyê êrşa terorê ya bi roketê ye

Rayedarekî hikûmetê yê daxuyanî da SPAya ajansa nûçeyan a Erebistana Siûdî û nexwest ku navê wî bê eşkere kirin diyar kir ku roja duşemê ber destê sibê bi saeta herêmî di saet 03.50yan da di depoya sotemeniyê ya îstasyona belavkirina neftê ya li bakurê Cîdeyê da şewat derket.

Erebistana Siûdî: Sedema şewata depoya neftê ya li Cîdeyê êrşa terorê ya bi roketê ye

Ji birêvebiriya Erebistana Siûdî rayedarekî ragihand ku êrîşa dijî depoya sotemeniyê ya li bakurê bajarê Cîdeyê êrîşa teroê ya bi roketê ye.

Rayedarekî hikûmetê yê daxuyanî da SPAya ajansa nûçeyan a Erebistana Siûdî û nexwest ku navê wî bê eşkere kirin diyar kir ku roja duşemê ber destê sibê bi saeta herêmî di saet 03.50yan da di depoya sotemeniyê ya îstasyona belavkirina neftê ya li bakurê Cîdeyê da şewat derket.

Rayedar agahî da ku bûyer êrîşa terorê ya bi roket e û da zanîn ku di êrîşê da tiştek bi kesî nehat.

Rayedar destnîşan kir ku êrîşên terorê yên bi vî rengî yên dijî saziyên girîng aboriya dinyayê, tedarika vejenê û îstiqrarê hedef digirin.

Yehya Seriyê berdevkê eskerî yê Husiyên li Yêmenê ku Îran piştgirê wan e di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê xwe yê Twîtterê da diyar kiribû ku bi fuzeya Qûdis 2 ya ku nû diemilînin va îstasyoneke belavkirinê ya şirketa Aramcoyê hedef girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE