Ererbistana Siûdî di rojên pêş da wê agahiyên der heqê hecê da parve bike

Ererbistana Siûdî di rojên pêş da wê agahiyên der heqê hecê da parve bike

Rêveberiya Erebistana Siûdî ragihand ku ew ê hûrgilî û agahiyên der heqê îbadeta hecê ya îsal da di rojên pêş me da eşkere bikin.

Li gor nûçeya rojnameya "Sabq" a navend Erebistana Siûdî ye Wezareta Hec û Umreyê pirsên der heqê hejmara kesên ku wê herin hecê da bersivand.

Tê meraqkirin ku gelo wê îsal 60 hezar kes ji bo îbadeta xwe ya hecê bi cî bînin wê ji alî Erebistana Siûdî va bên qebûlkirin yan na? û wezaret jî ev yek bersivand.

Wezareta Hec û Umreyê di 9ê gulanê da ragihandibû ku îsal digel şewba Kovîd-19ê wê li gor rê û rêzikên ewlehiyê hecî bên qebûlkirin.

Erebistana Siûdî sala par ji ber şewba Kovîd-19ê bi tenê ji nav welêt û hejmareke eşkerekirî diyar kir û ji bo bibin hecî destûr dabû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE