Ermenistanê 28 sal şûnda cara duyemîn mala wan hilweşand

Malên Azerbeycaniyên ku ji ber dagiriya Ermenistanê ya li Qerebaxê reviyabûn, 28 sal şûnda dîsa bûn hedefa hêzên Ermenistanê.

Ermenistanê 28 sal şûnda cara duyemîn mala wan hilweşand

Xaniyên giştî yên ku li Terterê ji bo wan Azerbeycaniyan hatibûn çêkirin ku ji ber dagiriya Ermenistanê reviyabûn, di şertê 27ê îlonê-10ê mijdarê da bi zêdeyî 50 guleyên topxane û fuzeyan hatin hilweşandin.

Di êrîşên topxane û fuzeyan ên dijî xaniyên giştî yên li bajarokê Şah ê girêdayî bajarê Terterê da 30 bloq apartman, dermanxane, dibistan û mal hilweşiyan. Azerbeycaniyên ku di van êrîşan da malên wan dîsa kavil bûn, ji peyamnêrê AAyê ra behsa rojên şerê vê axiriyê û wextê ku di serdema dagiriyê da koç kiribûn, kirin.

Nezaket Guliyevayê ku koçbera Kelbecerê ye û mala wê ya li bajarok kavil bû, diyar kir ku hêzên Ermenistanê sala 1992yan jî mala wê xirab kir.

Guliyevayê diyar kir ku sala 1992yan gava ew 32 salî bû, wê ji Kelbecerê koç kir, dîsa 27ê îlonê dema şer dest pê kir, ew çû cem eqrebayeke xwe ye hinekî dûr, lê gava ew vegeriya jî wê dît ku baniyê odeya wê ya rûniştinê hilweşiyaye.

Guliyevayê wiha behsa serdema koçê kir, "Em ji Kelbecerê di şertên zehf dijwar da hatin. Ji ber ku berf dibariya, wesayît di rê da nediçûn, lewma jî em peyatî hatin."

Guliyevayê bal kişand ku gava ew ji Kelbecerê derketin, wan bi tenê canê xwe xilas kir û wiha dewam kir, "Mala me ya li wir nû bû, ew salek bû me çêkiribû, lê Ermeniyan ew belbelayî kir. Me ji xeynî zarokên xwe, tiştek bi xwe ra neanî. Li vê derê mal dan man, lê Ermeniyan ew jî belbelayî kir."

Guliyevayê diyar kir ku pêxwas be jî ew dixwaze vegere Kelbecerê û wiha dewam kir, "Me Kelbecer hilda, me axa xwe vegerand, şikir. Ez dixwazim vegerim. Ez dixwazim gora diya xwe bibînim."

Dagistan Abdulayevê Kelbecerî ku li xaniyên giştî yên li Terterê dijî, top li avahiya ku mala wê tê da ye jî ketin.

Mamosteyê mamematîkê Abdulayev diyar kir ku ew ji 9 Azerbeycaniyên dawîn bû ku ji Kelbecerê derketin û wiha got, "Hûn niha min çawa dibînin, ez wisa hatim. Aniha li ser min çi hebe, 2yê Nîsana 1993yan jî li ser min evqas alav hebûn. Me tu tişt bi xwe ra neanî. Derfet tunebû."

Abdulayev diyar kir ku wî nexwest ew Kelbecerê biterikîne û wiha dewam kir, "Lê ji ber ku ez derneketim, min dît ku birayên min jî dernayên. Lewma em neçar man ku derkevin. Dema em hatin, em di şertên zehf giran da hatin. Çermê piyê min 17 rojan rûçikandin, piyê min ewqas werimî bû. Em şev û roj meşiyan û em di 3 rojan da hatin derketin Genceyê. Xwedê nîşanî kesî nede."

Abdulayev diyar kir ku li Kelbecerê ew ê ewil biçe li ser gora bavê xwe û wiha got, "Daxwaza min a mezin ev e. Ez ê pêşiyê goristanê ziyaret bikim, dû ra jî em ê li mala xwe ya ku dewlet dê bide me, bêhna xwe bidin û jiyana xwe bidomînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE