Ermenistanê bi topan êrîşî ser kozikên Azerbeycanê kir

Ermenistanê bi topan êrîşî ser kozikên Azerbeycanê kir

Wezareta Parastina Azerbeycanê ragihand ku eskerên Ermenistanê kozikên Azerbeycanê yên li alî Laçînê dan ber topan.

Wezaretê di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku artêşa Ermenistanê provakasyonên xwe yên li ser sînor didomîne.

Hat gotin ku kozikên Azerbeycanê yên li Laçînê ji alî gule û topên hewanê yên curbecur va wek hedef hatin bombebarankirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankiein ku Azerbeycanê jî demildest bersiv da û tankşikên û topeke hewanê ya Ermenistanê hatin îmhekirin.

Hat gotin ku rageşî û pevçûn li herêmê dewam dike.

Artêşa Ermenistanê li sînor ji bo bidestxistina hin deverên bilind gorî saeta herêmî di 11yî da ber bi Laçîn û Kelbecerê va operasyon da destpêkirin. Di êrîşê da 2 eskerên Azerbeycanê birîndar bûbûn.

Artêşa Azerbeycanê jî ber bi heman aliyî va dest bi operasyonê kir û eskerên Ermenistanê yên êrîş kiribûn qefaltin, çek û cebilxaneyê wan girtin û ew binçav kirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE