Wezareta Parastina Azerbeycanê ragihand, eskerên Ermenistanê gule berdan kozikên Azerbeycanê yên ber bi îstiqameta Kelbecer û Tovûzê.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat ragihandin, ji berêvara 31ê Gulanê heta saetên şeva 1ê Hezîranê kozikên Azerbeycanê yên li îstiqameta gundê Axdamê yê Tovûzê û gundê Zeylîkê yê Kelbecerê ji hêla yekîneyên Ermenî hatin gulebarankirin.
Hat diyarkirin, artêşa Azerbeycanê jî bersiv da êrîşan.
AA