Li Komara Tirkî ya Qibrisa Bakur (KKTC) di tura duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de li gorî encamên nefermî namzêdê Partiya Yekîtiya Neteweyî (UBP) Ersin Tatar bi sitendina ji sedî 51,74ê dengan weke serokkomar hat hilbijartin.
Li KKTCê di tura duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de, Ersîn Tatarê Serokwezîr û namzêdê Partiya Yekîtiya Neteweyî (UBP) û namzêdê serbixwe Mustafa Akinci pêşbirk kirin.
11ê cotmehê di tura yekemîn a hilbijartinê de Tatar bi sitendina ji sedî 32,34ê dengan bûbû yekemîn û Akinci jî bi sitendina ji sedî 29,80ê dengan bûbû duyemîn.
Dê li KKTCê qedexeya hilbijartinê piştî saet 19.00ê rabe.
Gelê Tirk ê Qibrisê ji sala 1974an ve cara 10an ji bo hilbijartina serokkomar çûn ser sindoqan.
199 hezar û 29 dengdêrên tomarkirî di 738 sindoq
- Serokkomar Erdogan pîrozbahî li Tatarê ku weke Serokkomarê KKTCê hat hilbijartin, kir
Serokomar Erdogan, li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê hilbijartina KKTCê wiha got, "Ez li ser navê xwe û gelê Tirkî pîrozbahiyê li Cenabê Ersin Tatarê ku weke Serokomarê KKTCê hat hilbijartin, dikim. Tirkiye ji bo parastina heq û hiqûqê gelê Tirk ê Qibrisê dê di hemî hewlên xwe de berdewam be."
AA