Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ku di bin îşxalê da ye, 8 Filistînî binçav kirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji artêşa Îsraîlê hat dayîn, li Şerîeya Rojava bi şev bi îdiaya ku "tevî bûyerên terorê bûne" 8 Filistînî hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin, kesên binçavkirî ji bo lêpirsînê sewqî saziyên têkildar kirin.
Hêzên Îsraîlê timî li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilatê davêje ser malan û bi îdiayên curbecur va Filistîniyan binçav dike.
Li gor daneyên Cemiyeta Hêsîrên Filistînê di girtîgehên Îsraîlê da nêzî 6 hezarî Filistînî hene.
AA