Eskerên Amerîkayê ji sînorê Sûriyeyê vedikişin

Ûnsurên ku li baregehên eskerî yên Amerîkayê diçin û tên, dest pê kirin û ji Til Ebyad û Resûlaynê vedikişin

Eskerên Amerîkayê ji sînorê Sûriyeyê vedikişin

Ûnsurên ku li baregehên eskerî yên Amerîkayê diçin û tên, dest pê kirin û ji Til Ebyad û Resûlaynê vedikişin.

Amerîka di îlona 2014an da bi êrîşên esmanî yên dijî DEAŞa rêxistina terorê va tevî şerê navxweyî yê Sûriyeyê bû. Piştî ku tehdîda DEAŞê zêde bû, Amerîkayê YPG/PKK wek hêza bejayê bi cih kir. Di heman heyamê da dest bi piştgiriya esmanî kir û YPG/PKKyê DEAŞ di rêbendana 2015an da ji Aynularabê (Kobanî), di hezîrana 2015an da jî ji Til Ebyadê derxist û ev der dagir kirin.

Her çend Enqereyê çendîn caran hişyarî da jî artêşa Amerîkayê bi hemû derfetên xwe va piştgirî da ku YPG/PKK mezin û hêzdar bibe. YPG/PKK di dawiya 2015an da derbasî aliyê rojava yê Çemê Feratê bû.

Amerîka di vê pêvajoyê da li Rumeylana navçeya Hesekeyê baregeheke esmanî çêkir. Ji nîsana 2016an pê va sewqiyatên eskerî ji bejayê va ser Iraqê ra dest pê kirin. Ji esman va jî sewqiyat hatin Rumeylanê. Bi hezaran çekên giran, wesayîtên bizirix, tanksavar, çek û muhîmat ji YPG/PKKyê ra hatin şandin û bi saya serê van alîkariyan di nav du salan da nêzî sê paran pareke welêt dagir kir.

Di nav heman maweyê da Amerîkayê li ser qadên ku YPG/PKKyê dagir kirin jî baregeh ava kirin.

Amerîkayê li herêmên Heseke, Reqqa, Dêrazor, Minbiç û Til Ebyadê bi tevahî 18 baregeh û cihên eskerî ava kirine û dora 2 hezarî jî personelên Amerîkayê li van baregehan hebûn.

Amerîkayê di cotmeha 2017an da DEAŞ ji piraniya Reqqa û Dêrazorê derxist û piştî vê demê çêkirina baregehan zêdetir kir.

Her çend Serokê Amerîkayê Donald Trump par gotibû ku ew dixwazin eskerên xwe yên li Sûriyeyê vekişînin, lê Washingtonê eskerê xwe li herêmê hişt.

Li Til Ebyad û Resûlaynê ûnsurên ku li baregehên eskerî yên Amerîkayê diçin û tên, dest pê kirin û vedikişin.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî vekişîn bi gotina xwe ya "Piştî axaftina me ya êvarê (bi Trump ra) li herêmê weke ku Birêz Serok got vê vekişînê dest pê kiriye." va piştrast kir.

Duh bişev Erdogan û Trump bi têlefonê axivîbûn.

Qesra Spî serê sibê daxuyanî dabû û wiha gotibû, "Tirkiye wê di demeke nêzîk da li bakurê Sûriyeyê ku demeke dirêj e plan dikir, gav biavêje. Hêzên Çekdar ên Amerîkayê wê piştgiriyê nedin vê operasyonê û tevî vê operasyonê nebin."

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 16:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE