Eskerên Amerîkayê û terorîstên YPG/PKKyî li Sûriyeyê tetbîqatê dikin

Eskerên Amerîkayê û terorîstên YPG/PKKyî li Sûriyeyê tetbîqatê dikin

Artêşa Amerîkayê ya li Sûriyeyê perwerdeya eskerî dide YPG/PKKya rêxistina terorê li bakurê rojavayê Dêrazorê bi rêxistina terorê ra tetbîqata çekdarî ya hevpar dike.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, eskerên Amerîkayê li herêma pîşesaziyê ya li Çola Ebû Haşebê ya li bakurê rojavayê Dêrazorê şeveqê bi terorîstên YPG/PKKyî ra tetbîqata çekdarî da destpêkirin.

Tetbîqata hevpar bi beşdariya balafirên şer, firoke, çend tank û wesayîtên va tê kirin.

Hin eskerên koalisyona dijî DEAŞa rêxistina terorê jî tevlî tetbîqatê bûn û di tetbîqatê da perwerdeya topên hewanê, top û fuzeyên tankşikênan jî ew ê were dayîn.

Eskerên Amerîkayê di berfanbara 2021ê da jî li Çola Ebû Haşebê bi terorîstên YPG/PKKyî ra tetbîqata hevpar kiribûn.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE