Eskerên Amerîkayê yên ji Sûriyeyê vekişiyan gihîştin Iraqê

Qedera 100 wesayîtên bizirx ên ku eskerên Amerîkayê yên ji Sûriyeyê vekişiyan tê da bûn, derbasî Iraqê bûn

Eskerên Amerîkayê yên ji Sûriyeyê vekişiyan gihîştin Iraqê

 Qedera 100 wesayîtên bizirx ên ku eskerên Amerîkayê yên ji Sûriyeyê vekişiyan tê da bûn, gihîştin Iraqê.

Li gorî nûçeyên çapemeniya xwemalî, qedera 100 wesayîtên bizirx ên ku eskerên Amerîkayê tê da bûn, ji Deriyê Sînor Sêmilkayê yê li ser sînorê Sûriyeyê derbasî aliyê Iraqê bûn.

Tê pêşbînîkirin, yekîneyên Amerîkayê ku di bin sîwana firokeyan da ji Duhokê derbas bûn, dê biçin Baregeha Eynul Esed a li Enbarê.

Wezîrê Parastina Amerîkayê Mark Esper di daxuyaniya xwe ya duh da ragihandibû ku qedera hezar eskerên Amerîkayê ku bi biryara Serok Donald Trump ji Sûriyeyê vekişiyan dê derbasî herêmên rojava yên Iraqê bibin.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Cotmeh 2019, 15:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE