Eskerên Amerîkayê yên ku ji Sûriyeyê vedikişin wê herin Iraqê

Wezîrê Parastina Amerîkayê Mark Esper daxuyand, dora hezar eskerên Amerîkayê yên ku bi biryara Serok Donald Trump ji Sûriyeyê vekişiyan, wê herin rojavayê Iraqê

Eskerên Amerîkayê yên ku ji Sûriyeyê vedikişin wê herin Iraqê

Wezîrê Parastina Amerîkayê Mark Esper daxuyand, dora hezar eskerên Amerîkayê yên ku bi biryara Serok Donald Trump ji Sûriyeyê vekişiyan, wê herin rojavayê Iraqê.

Wezîrê Parastinê Esper ji bo ku Rojhilata Navîn ziyaret bike ji Amerîkayê bi rê ket û di balafirê da der barê Sûriyeyê da daxuyanî da rojnamegeran.

Esper ragihand ku bi biryara Trump va nêzî hezar eskerên Amerîkayê yên ji bakurê Sûriyeyê vekişiyan, wê wan bişînin herêmên rojavayê Iraqê.

Esper der heqê çûyîna eskeran da dem eşkere nekir û got ku karên neqlê wê bi hefteyan bidomin.

Esper diyar kir ku ev esker wê li Iraqê bi DEAŞê ra têkoşînê bidomînin û piştgiriyê bidin parastina Iraqê.

Trump berî niha daxuyandibû ku bi tevahî dora hezarî eskerên Amerîkayê li bakurê Sûriyeyê wezîfedar in û ev esker wê ji vî welatî vekişin. Ev biryara Trump di Kongreya Amerîkayê da hatibû rexnekirin û neyênî hatibû dîtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE