Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê ragihand eskerên Ermenistanê li îstiqameta Kelbecerê ku di navbera herdu dewletan da ye gule berdane kozikên Azerbaycanê.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê da hat destnîşankirin 26ê Hezîranê ji saet 14.50an heya 27ê Hezîranê saet 03.00yan ji Şorcaya Jorîna gundê bajarê Vardenisê eskerên Ermenistanê carcaran gule berdan kozikên li gundên Zeylik û Îmambînesiya bajarê Kelbecerê.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin eskerên Azerbaycan birîndar nebûne û nehatine kuştin û herêm di destê yekîneyên Azerbaycanê da ye.
AA