Eskerên Ermenistanê gule berdan kozikên Azerbeycanê yên li ser sînor

Eskerên Ermenistanê gule berdan kozikên Azerbeycanê yên li ser sînor

Wezareta Parastina Azerbeycanê ragihand, yekîneyên girêdayî artêşa Ermenistanê gule berdan kozikên Azerbeycanê yên li ser sînor.

Di daxuyaniya wezaretê da hat ragihandin, di 9ê Sibatê da ji saet 22.00yan pê va ji kozikên Ermenistanê yên li gundê Şorcaya Jor a parêzgeha Basargeçerê ber bi kozikên Azerbeycanê yên li gundê Zeylîkê yê parêzgeha Kelbecerê ji bo çend saetan gule hatin agirkirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, artêşa Azerbeycanê ji bo rêlêgirtina provokasyona aliyê hember, bersiv da û li deverê rewş di bin kontrola yekîneyên Azerbeycanê da ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE