Eskerên İsrailê midaxeleyî xwepêşandêrên Filistinî kir: 10 birîndar

Xwepêşandêran plana qaşo aştiyê ya ku Amerikayê navê "Peymana Sedsalê" lê kiriye, protesto kir û eskerên İsrailê midaxeleyî xwepêşandêran kir

Eskerên İsrailê midaxeleyî xwepêşandêrên Filistinî kir: 10 birîndar

Li Şerîeya Rojava ku di binê dagirkirinê da ye, xwepêşandêran plana qaşo aştiyê ya ku Amerikayê navê "Peymana Sedsalê" lê kiriye, protesto kir û eskerên İsrailê midaxeleyî xwepêşandêran kir. Di midaxaleyê da 10 Filistinî birîndar bûn.

Heyva Sor a Filistinê daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku eskerên İsrailê li aliyê bakurê bajarê El-Bîreyê bi fîşengên plastîk û bombeya xaza îsotê va midaxeleyî xwepêşandêran kir.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di midaxeleyê da 5 Filistinî bi fîşenga plastîk birîndar bûn, di bedena 3 Filistiniyan da şewat çêbû, 2 kes jî bi xazê ketin û hindik mabû talûkeya bifetisin.

Hat gotin ku birîndar rakirin nexweşxaneyê.

- Plana qaşo aştiyê ya Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê İsrailê Binyamîn Netanyahu di civîna çapemeniyê ya hevpar a li Qesra Spî da bi yekalî plana qaşo aştiyê ya Rojhilata Navîn ji raya giştî ra eşkere kiribûn.

Di plana qaşo aştiyê da Trump got ku Kudüs wê wek paytexta "perçenebûyî" ya İsrailê bê qebûlkirin û îdia kiribû ku plan ji bo dewleta Filistinê û Filistiniyan "şansê dawîn" e.

Netanyahu jî seba planê gotibû "ji bo İsrailê gelek bi kêr û destkeftiyeke mezin û dîrokî ye."

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2020, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE