"Eskerên Macaristanê wê hê li HKIyê bimînin"

Sererkanê Macaristanê Korgeneral Ferenc Korom daxuyand ku eskerên Macar wê hê li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bimînin.

"Eskerên Macaristanê wê hê li HKIyê bimînin"

Sererkanê Macaristanê Korgeneral Ferenc Korom daxuyand ku eskerên Macar wê hê li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bimînin.

Korom ji bo yekîneya eskerî ya Macar ku pêşmergeyan perwerde dike, ziyaret bike hat Hewlêrê û bi Wezîrê Pêşmergeyên HKIyê Serbest Lezgîn ra hevdîtin kir.

Korom piştî hevdîtinê di civîna çapemeniyê ya hevpar da diyar kir ku eskerên welatê wî wê di sala 2019an da jî li herêma Kurdistanê bimînin.

Korom diyar kir, hêngî ku DEAŞa rêxistina terorê derketiye, Macaristan bi awayekî cidî girîngiyê dide ewlehiya herêmê û perwerdeya ku ew didin pêşmergeyan wê bidomînin. 

Ji aliyekî din va Wezîrê Pêşmergeyan ê HKIyê Lezgîn jî got ku ew û Sererkanê Macaristanê li ser mijarên wek pêşmergeyên ku di navbera 2014-2017an da di şerç DEAŞê da birîndar bûn û li Macaristanê tedawî dibin û perwerdeya eskerî ya ji bo pêşmergeyan sekinîn.

Piştî ku DEAŞê di 10ê hezîrana 2014an da bajarê Mûsilê di serî da ji sê paran pareke Iraqê bi dest xist û şûnda, gelek welatên ku Macaristan jî di nav da bûn di bin banê kolîsyona navneteweyî ya ku pêşengtiya wê Amerîka dike da li Iraqê dest bi fealiyetan kiribû.

Li Iraqê her çend wek berê têkoşîna ku bi DEAŞê ra tê dayîn kê bûye jî him Amerîka him jî hêzên girêdayî koalîsyonê li herêmê fealiyetên xwe didomînin. AA

Dîroka nûkirinê: 12 Kanûn 2018, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE