"Eskerên peretî yên Ûris paşve dikişin"

Emar ragihand ku milîsên Xelîfe Hefter ji du eniyan va êrîşên li ser Trablusê zêde dikin, di nav wan da eskerên peretî yên Ûris hene û Hefter dixwaze wan têxe nav bajêr û bi şerê di nav kûçeyan da pêş biçe.

"Eskerên peretî yên Ûris paşve dikişin"

Nasir Emarê Fermandarê Hêzên Piştgir yên girêdayî Hikûmeta Lihevkirina Neteweyî (HLN) ya ku rêveberiya meşrû ya nûnera qanûnî ya Libyayê ye diyar kir qismek hêzên Wagner (Eskerên peretî yên Ûris) ên li alî Xelîfe Hefter ji eniyan vekişîn û wiha pê da çû: "Em ji ber piştevaniya lojîstîk û pisporên teknîka antî-radar, pergalên radarê û yên parastina hewayê ku ji Tirkiyeyê hatin gelek kêfxweş bûn.

Emar pirsên nûçegihanê AAyê yên der heqê rûdanên eskerî û siyasî yên ku li Libyayê diqewimin da bersivand.

Di axaftina xwe da Emar diyar kir ew ji pêşniyaza agirbestê ya Tirkiye û Rûsyayê ku bo hemû aliyên Libyayê xwestin û wê di 12ê Rêbendanê da bi şev ji saet 00.00î pê va bikeve rewacê razî ne lê got ku Hefter dijî vê pêşniyazê ye.

 Emar got ku Hefter wan wek milîs dibîne û sûcdar dike lê ew xwe wek hêz dihesibînin û girêdayî HLN ya rêveberiya meşrû ya Libyayê ne û wiha domand: "Heke li meydanê hêzeke milîs hebe ew jî Hefter bi xwe ye. Ew ji ser milîsan va şer dike. Hefter li koma ku pêşengiya wan dike navê 'Artêşa Neteweyî ya Libyayê' daniye lê li alî wî Cancawîd, eskerên bi peretî yên Ûris (Wagner), Sûdanî, Misrî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb û yên din hene. Hefter agirbest red kir û vê yekê jî cehda me zêde kir."

"Hefter dixwaze me bikişîne şerê nav kûçeyan"

Emar ragihand ku milîsên Xelîfe Hefter ji du eniyan va êrîşên li ser Trablusê zêde dikin, di nav wan da eskerên peretî yên Ûris hene û Hefter dixwaze wan têxe nav bajêr û bi şerê di nav kûçeyan da pêş biçe.

Di berdewamiya axaftina xwe da Emar got: "Em ji bo rê li ber pergala şerê nav kuçeyan bigirin gavên hewce dikin diavêjin. Hefter li paytext xwe dikuje. Van eskerên peretî jî ber bi kuştinê va dişîne. Bi qasî em dibînin li wan eniyan nêzî 500 eskerên Ûris hene. Li her eniyê nêzî 250 eskerên peretî yên Wagnerê hene. Bi qasî 1000î jî milîsên Cancawîd (Ji Darfûra herêma Sûdanê) ku li alî Xelîfe Hefter şer dikin hene."

Emar destnîşan kir ku "sûrên bajêr zehf bilind in" û dijminên wan "nikarin jê derbas bibin" û "Hefter hewl dide li Libyayê vekîltiya Erebistana Siûdî, Misir, Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereb û Fransayê bike". 

"Piştî lihevkirina Tirkiye-Rûsyayê eskerên peretî yên Ûris vedikişin"

Emar destnîşan kir ku di çarçoveya mitebeqata Tirkiye û Rûsyayê çêkirin da bang hatin kirin ji 12ê rêbendanê saet 00.00ê şevê pê va agirbest were pêkanîn li ser vê eskerên peretî yên Ûris dest pê kirin vekişyan û wiha axivî: "Em dibînin ku hin hêzên Wagner ên li aliyê Hefter vedikişin. Piştî hevdîtina Erdogan û Putîn me dît ku qismeke girîng a hêzên Wagner ji eniyan vekişiyan û bi firokeyan derbasî baregeha eskerî ya Cufrayê bûn. Yên mane jî bi tenê xeta vekişînê digrin."

Emar diyar kir ku milîsên Cancawîd ên ji ber bûyerên li Darfurê bi sûcê şer hatibûn sûcdarkirin, komên çekdar ên ji bajarê Terhuneyê, milîsên Hefter ji rojhilatê welêt anîn, milîtanên çekdar ên alîgirê Miemer Qedafî di dewsa eskerên peretî yên koma Wagner da bi cî bûn.

Nasir Emarê Fermandarê Hêzên Piştgiriyê ya HMNyê peymanên zepta mitebeqata di navbera Tirkiye û Libyayê da hatin îmzekirin wekî "du gelên Misliman ên qehreman, wêrek, bira û dost ji bo pêşerojê aboriyê û berjewendiyên xwe îmze kirin" nirxand.

Emar got peymana eskerî ya di navbera herdu welatan da ji bo hêzên li dijî Hefterê serokê derbekar li ber xwe didin bû quweteke menewî û wiha pê da çû:

"Tirkiyeyê gavên girîng avêtin. Me dît ku (Serokomar Recep Tayyîp) Erdogan li ser soza xwe sekinî. Min bi menûnî pêşwaziya pisporên teknîkî yên ji Tirkiyeyê hatin kir. Ew ê piştgiriya lojîstikê, sîstemên radarê, parastina hewayê û antî-radarê bidin me. Ev heqê me ye û em ji kê bixwazin dikarin piştgiriyê bistînin. Em ji gelê Tirkiyeyê û Tirkiyeya ku wekî xwe dibînin ra sipas dikin. Ji bo vê merivtiyê jî em ji Erdogan ra sipasdar in."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE