Eskerên Îsraîlê 14 Filistînî binçav kirin

Li Şerîeya Rojava eskerên Îsraîlê 14 Filistînî binçav kirin.

Eskerên Îsraîlê 14 Filistînî binçav kirin

Li Şerîeya Rojava eskerên Îsraîlê 14 Filistînî binçav kirin. 

Artêşa Îsraîlê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got li herêmên cuda ên Şerîeya Rojava 14 Filistînî ji ber îdiaya "beşdarî çalakiyên terorê" bûne, hatine binçavkirin.

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ên ku hatine dagirkirin ji ber îdiayên cuda gelek caran diavêjin ser malan û Filistîniyan binçav dikin.

Li gor çavkaniyên Filistînî yên fermî di girtîgehên Îsraîlê de 450yê wan girtiyên îdarî, 12yê wan parlamenter û 300ê wan jî zarok bi tevahî 6 hezar û 500 Filistînî girtî ne.

Îsraîl bi qanûna "girtina îdarî" dikare kesekî Filistînî ji mehekê heta 6 mehan binçav bike. 

Heke biryar were dayîn ku girtî ji bo "Ewlehiya Îsraîlê talûke ye" dadgerê eskerî bêyî ku sûc îsnad bike dikare maweya girtîbûnê heta 5 salan dirêj bike.

Dîroka nûkirinê: 10 Cotmeh 2018, 11:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE