Eskerên Îsraîlê 150 Filistînî binçav kirin û birin stadê

Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava 150 Filistînî binçav kir û li stadekê kom kirin

Eskerên Îsraîlê 150 Filistînî binçav kirin û birin stadê

Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava 150 Filistînî binçav kir û li stadekê kom kirin.

Li gor agahiyên ku ji şahidên bûyerê hatin hildan, eskerên Îsraîlê li Kampa Penaberan ya Emariyê midaxeleyî aktîvîstên ku li deriyê malbata Ebû Hemîd nobed digirtin, kir.

Di midaxeleyê da 150 Filistîniyên aktîvîst hatin binçavkirin. Eskeran aktvîst birin bajarê El-Bîrê û li stadeke li wê derê kom kirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Heyva Sor a Filistînê hat dayîn, di nav kesên stadê da jineke ducanî û 2 zarok jî hebûn û piştî demekê ji ber sermayê sewqî nexweşxaneyê kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku tîmên wan li stadê bataniye li aktîvîstan belav kirine.

Eskerên Îsraîlê beriya vê çend rojan dîsa midaxeleyî aktîvîstan kiribû û 6 kes birîndar kiribûn. Di midaxeleyê de bi dehan kes rastî êrîşa xaza îsotê hatibûn.

Aktîvîstin Filistînê ev demek bû ji bo ku mala malbata Ebû Hemîdê mehkûmê Filistînî neyê xirabkirin li deriyê mala wî nobed digirt.

Mehkemeya Bilind a Îsraîlê ji bo xerakirina xaniyê malbata Îslam Ebû Hemîd biryar dabû.

Ebû Îslam Hemîd bi kuştina eskerekî Îsraîlê tê sûcdarkirin û niha di girtîgehê da ye. Li mala wî Latîfe Ebû Hemîd tenê dimîne. Kurekî Latîfe Ebû Hemîdê sala 1994an ji hêla eskerên Îsraîlê va hatibû kuştin û 5 kurên wê jî di girtîgehan da ne.

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Kanûn 2018, 18:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE